TRT naverokên taybet bi Şeva Mîracê, sibê dê pêşkêşî temaşevan û guhdaran bike
Istanbul
TRT naverokên taybet bi Şeva Mîracê ku roja weke çûna Muhemmed Pêxember ji bo hizûra Xwedê tê bawerkirin, sibê dê pêşkêşî temaşevan û guhdaran bike.
Li gorî daxuyaniyeke ji TRTê, axaftinên dînî, due û îlahiyên ku atmosfera manewî ya Şeva Mîracê nîşan didin dê li radyo û televîzyonên TRTê werin weşandin.
Di çarçoveya weşanên Qendîlê da, bernameya "Şeva Mîracê" ku ji Mizgefta Karagozluler a li Kerneka Malatyayê dê bê weşandin, saet 19:45an ewê li ser ekrana TRT 1ê were nîşandan.
Fîlma li ser têkoşîna gelê Libyayê ya ji bo serxwebûnê li dijî dagirkeriya Îtalyayê "Şêrê Biyabanê (Omer Muxtar)", ewê saet 00:45an li ser TRT 1ê were weşandin.
Bernameya "Sohbeta Şeva Mîracê", ku mêvan Osman Egin û Doc. Dr. Asim Akkuş tê da ne, dê saet 19:00an were weşandin, di heman demê da "Weşana Zindî ya Taybet a Şeva Mîracê" ji Mizgefta Haci Bayram Veli ya Enqerê dê saet 20:00an li ser TRT Avaz were weşandin.
Bernameya "Şeva Mîracê ya Kircaalî", ku ji Mizgefta Nû ya Kircaalî ya Bulxaristanê tê weşandin, dê saet 20:00an li ser TRT Turkê zindî were weşandin.
Bernameya "Şeva Mîracê" dê saet 19:30an li ser ekranên TRT Kurdî were weşandin.
Radyoyên TRTê jî dê di tevahiya rojê da naverokên taybet biweşînin, ruhanîyeta şevê bigihînin guhdarên xwe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
