Traktora ku karkerên findiqan tê da bûn wergeriya: 14 birîndar
Li Duzceyê traktora ku karkerên findiqan tê da bûn wergeriya û 14 kes birîndar bûn
Düzce
Li Duzceyê traktora ku karkerên findiqan tê da bûn wergeriya û 14 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, traktora ku Şakir S. diajot û plaqeya wê 81 DL 316 ye û karkerên çandiniyê yên demsalî dibirin baxçeyê findiqan, li herêma Avahiyên Mayînde texma taxa Bahçelîevlerê wergeriya.
Di qezayê da şofêr û 13 karkerên ku di romorka traktorê da bûn, birîndar bûn.
Li ser cabdayînê ekîbên tenduristiyê sewqî herêmê kirin û birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Hat gotin ku ji karkeran rewşa yekî giran e.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.