Tirkiye

Trêna Ekspres a Rojhilatê ya Turîstîk ya ku derket sefera xwe ya ewil ya vê heyamê gihîşt Erzincanê

Emin Ferhat Sevilir, Kemal Özdemir  | 23.12.2025 - Rojanekırın : 23.12.2025
Trêna Ekspres a Rojhilatê ya Turîstîk ya ku derket sefera xwe ya ewil ya vê heyamê gihîşt Erzincanê Kemal Özdemir

Erzincan

 Trêna Ekspres a Rojhilatê ya Turîstîk ya ku ji Gara Enqereyê bi rê ket ku here Qersê ya ku sefera xwe ya ewil a vê heyamê dike, piştî rêwîtiyeke 18 saetan gihîşt Erzincanê û bi merasimê hat pêşwazîkirin.

Trêna Ekspres a Rojhilatê ya Turîstîk ya Rêhesinên Dewleta Komara Tirkiyeyê (TCDD) ya Wezareta Gihandin û Binesaziyê ji bo ku sefera xwe ya ewil a heyama 2025-2026 bike, duh ji Gara Enqereyê bi rê ket.

Trên bi destê sibê gihîşt Gara Trênê ya Erzincanê.

Waliyê Erzincanê Hamza Aydogdu, Şaredar Bekir Aksun, Rektorê Zanîngeha Bînalî Yildirim ya Erzincanê Prof. Dr. Akin Levent û midûrên saziyên kamuyê pêşwaziya trênê kirin.

Alîkarê Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Osman Boyrazê ku bi rêwiyan ra bû, diyar kir ku Trêna Ekspres a Rojhilatê ya Turîstîk ji sala 2019an û vir va xizmet da nêzîkî 80 hezar welatiyan.

Walî Aydogdu jî got her çiqas bi demeke kurt be jî, ew kêfxweş in ku mêvandariya rêwiyan dikin.

Piştî axaftinan, rêwiyan xwarinên herêmî yên ku ji bo wan hatine çêkirin xwarin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.