TOKÎ dê ji bo welatiyên ku deynên wan mane, ji sedî 25 daşikandinê bike

Ankara
Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherankariya Avhewayê Murat Kurum got, "Ji bo welatiyên me yên ku bi TOKÎyê bûne xwedan xanî, mizgîniyeke me heye. Welatiyên me yên ku dixwazin deynê xwe bi temamî bigirin, emê derfeta daşikandineke bi qasî ji sedî 25ê bidin."
Wezîr Kurum di weşana zindî ya NTVyê da bersiv da pirsên derbarê rojevê û nirxandin kirin.
Wezîr Kurum herwiha di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê NSosyalê da got, "Ji bo welatiyên me yên ku bi TOKÎyê bûne xwedan xanî, mizgîniyeke me heye. Welatiyên me yên ku dixwazin deynê xwe bi temamî bigirin, emê derfeta daşikandineke bi qasî ji sedî 25ê bidin."
Kurum di parvekirina xwe da infografîkek jî belav kir ku hûrgiliyên kampanyayê tê da cih digirin.
Di vê çarçoveyê da ji bo xanî û kargehên ku ji TOKÎyê hatine sitandin û dayinên wan didomin, ji 22 îlon heta 17ê cotmehê kampanya heye ewê di dayina pêşin da, ji sedî 25 daşikandin ji wan ra bê kirin.
Di çarçoveya kampanyayê da yên ku dixwazin deynê xwe bi temamî bidin, dikarin ji daşikandina ji sedî 25ê sûd wergirin. Yên ku dixwazin ji dêvla temamê deynên xwe beşekî bidin jî bi merca ku herî kêm ji sedî 25ê baqiyeya deynê xwe bidin, dikarin ji daşikandina ji sedî 25ê sûd werbigirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.