Tirkiyeyê êrîşên eskerî yên Îsraîlê yên dijî Sûriyeyê bi awayekî tund şermezar kir

Ankara
Wezareta Karên Derva êrîşên eskerî yên Îsraîlê yên dijî serwerî, tebayî û yekîtiya axa Sûriyeyê "bi awayekî tund" şermezar kir.
Wezaret derbarê êrîşên eskerî yên Îsraîlê yên dijî Sûriyeyê ku berfirehtir dike, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniya Wezaretê da hate diyarkirin ku divê ev êrîşên ku rasterast hewlên ji bo avakirina aramî û ewlehiyê li Sûriye û herêmê dikin armanc, bên bidawîkirin û piştgirî ji bo hikûmeta Sûriyeyê ji bo avakirina aştî û aramiyê li welêt berdewam bike û wiha hat gotin:
"Em êrîşên eskerî yên Îsraîlê yên dijî serwerî, tebayî û yekîtiya axa Sûriyeyê ku berfirehtir jî kiriye, bi awayekî tund şermezar dikin."
Di daxuyaniyê da herwiha hat ragihandin ku Tirkiye dê li gorî hêviyên mafdar ên gelê Sûriyeyê, piştgirîya vîzyona Sûriyeyek bê teror, ewle û xwedî yekparçeyiya axê, bike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.