Tirkiye

Tirkiyeyê êrîşa li ser Balafirgeha Abhayê şermezar kir

Tirkiyeyê êrîşa li ser Balafirgeha Abhayê ya Erebistana Siûdî şermezar kir û bang kir ku bala xwe bidin ser hewlên çareseriya siyasî yên di pêşîkêşiya Neteweyên Yekbûyî da yên li Yêmenê

Haydar Şahin  | 25.06.2019 - Rojanekırın : 26.06.2019
Tirkiyeyê êrîşa li ser Balafirgeha Abhayê şermezar kir

Ankara

Tirkiyeyê êrîşa li ser Balafirgeha Abhayê ya Erebistana Siûdî şermezar kir û bang kir ku bala xwe bidin ser hewlên çareseriya siyasî yên di pêşîkêşiya Neteweyên Yekbûyî da yên li Yêmenê.

Wezareta Karên Derva der barê êrîşa Hûsiyên li Yêmenê birin ser Abhaya Balafirgeh Navneteweyî ya li başûr Erebistana Siûdî da daxuyanî da.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Em êrîşa bi teyareya bêmirov birin ser Abhaya Balafirgeha li Erebistana Siûdî ya tê da kesek hat kuştin û gelek kes birîndar bûn şermezar dikin. Em bang dikin ku ji çalakiyên li Yêmenê rageşiyê zêde dikin dûr bisekinin û bala xwe bidin ser hewlên çareseriya siyasî yên di pêşîkêşiya Neteweyên Yekbûyî da tên meşandin."

- Êrîşa li ser Balafirgeha Abhayê

Hûsiyan diyar kiribûn ku di 23yê hezîranê da êrîşî Abhaya Balafirgeha Navneteweyî ya li Asîra herêma Erebistana Siûdî kirin, di êrîşê da welatiyekî Sûriyeyê hatibû kuştin û 7 kes jî birîndar bibûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.