Tirkiye

Tirkiyeyê serî li AÎHMê da ku biryara Hevserokê Giştî yê HDPyê yê berê Selahattîn Demirtaş ji nû va binirxîne

İsmet Karakaş  | 08.10.2025 - Rojanekırın : 08.10.2025
Tirkiyeyê serî li AÎHMê da ku biryara Hevserokê Giştî yê HDPyê yê berê Selahattîn Demirtaş ji nû va binirxîne

Ankara

 Di çarçoveya "doza Kobanê" da 42 sal cezayê hebsê dabûn Hevserokê Giştî yê HDPyê yê berê Selahattîn Demirtaş. Ji bo ku ji nû va li ser biryara der heqê Demirtaş da bisekine, Tirkiyeyê serî li Mehkemeya Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) da.

Demirtaş di çarçoveya lêpirsîna ser çalakiyên ku di 6-7ê Cotmeha 2014an da bi behaneya Eynulereb (Kobanê) hatin kirin da hatibû tewqûfkirin û mehkemeyê di doza ku raya giştî wekî "doza Kobanê" dizane da ji ber çendîn sûcan bi tevahî 42 salan cezayê hebsê dabû Demirtaş.

Piştî ku parêzeran serlêdan kiribû, AÎHMê der heqê Demirtaş da biryara binpêkirinê dabû.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Wezareta Edaletê hat hildan, Tirkiyeyê daxwaz kir ku biryara der heqê Demirtaş a ku Daîreya 2yemîn a AÎHMê da di Daîreya Mezin a AÎHMê da ji nû va were nirxandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.