Ahmet Aydın
05 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2017
ANKARA
Wezareta Karê Derve ji bo qurbaniyên ku di karesata lehiyê de mirin û yên birîndar bûn peyama hevxemiyê weşand.
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê de hat gotin ku, "Me bi dilgiranî bihîst ku di encama lehiyên ku di cihên curbicûr yên Pakistanê de rabûn, hinek mirine û hinek jî birîndar in."
Herwiha hat gotin, "Yên ku di lehiyê de canê xwe ji dest dan rehma Xwedê li wan be, serê xizmên wan sax be û Xwedê sebrê têxe ber dilê wan. Em ji dil û can hevxemê gelê Pakistanê ne. Bi wesîleya vê bûyera xembar em dubare tînin ziman ku em palpiştê gel û hikûmeta Pakistana dost û bira ne."