Tirkiye

Tirkiyeyê ji ber rageşiya Îsraîl-Îranê bangî terefan kir ku ji gavên dibe sedema pevçûneke mezin dûr bisekinin

Muhammet Tarhan  | 19.04.2024 - Rojanekırın : 20.04.2024
Tirkiyeyê ji ber rageşiya Îsraîl-Îranê bangî terefan kir ku ji gavên dibe sedema pevçûneke mezin dûr bisekinin

Istanbul

Wezareta Karên Derva ji bo îdiayên ku Îsraîlê êrîşî Îranê kiriye wiha got, "Xetere heye ku rageşî vegere şerê mayînde. Em bangî aliyan dikin ku xwe ji gavên dibe ku bibin sedema pêvçûneke hê mezintir dûr bigrin."

Wezareta Karên Derva der barê rageşiya di navbera Îsraîl-Îranê da daxuyaniya nivîskî weşand.

Di axuyaniya Wezareta Karên Derva da wiha hat gotin, "Xetere heye ku rageşî vegere şerê mayînde. Em bangî aliyan dikin ku xwe ji gavên dibe ku bibin sedema pêvçûneke hê mezintir dûr bigrin."

- Îdiaya ku Îsraîlê êrîşî Îranê kiriye

Têlevîzyona dewleta Îranê ragihandibû li bakurê rojhilatê eyaleta Îsfehanê ya Baregeha Hêzên Asîmanî yên Îranê lê ye, dengê teqînan hatiye bihîstin.

Çapemeniya Amerîkayê di nûçeyên xwe da yên sipartibûn peywirdarên Amerîkayî da, ragihandibû ku Îsraîlê li dijî Îranê êrîşek pêk aniye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın