Tirkiyeyê daxuyaniya Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ya derbarê bûyerên 1915an da red kir

Ankara
Wezareta Karên Derva daxuyaniya Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ya derbarê bûyerên 1915an da şermezar kir û red kir.
Wezaretê derbarê mijarê da daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku, daxuyaniya Netanyahu ya derbarê bûyerên 1915an da gaveke wisa ye ku hewl dide "qewimînên paşerojê yên dilsoj bi sedemên siyasî îstismar bike", lewra Serokwezîrê Îsraîlê ji ber rola wî ya di "qirkirina" dijî gelê Filistînê da tê darizandin, ew hewl dide ku ser sûcên xwe û yên hikûmeta xwe bigire.
Di daxuyaniyê da hat gotin, "Em vê daxuyaniya ku ne li gorî dîrokê û ne jî li gorî hiqûqê ye şermezar dikin û red dikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.