Tirkiye

Tirkiyeyê cara ewil keştiyeke şer firote welatekî endamê NATO û YEyê

Alper Şaşmaz  | 04.12.2025 - Rojanekırın : 04.12.2025
Tirkiyeyê cara ewil keştiyeke şer firote welatekî endamê NATO û YEyê

Ankara

 Di navbera ASFAT û Romanyayê da peymana firotinê ya TCG Akhisarê hat îmzekirin û bi vê peymanê ra Tirkiyeyê cara ewil keştiyeke şer firote welatekî endamê NATO û Yekîtiya Ewropayê (YE).

Li gor daxuyaniya Şirketa Anonîm ya Dezgeha Fabirqeya Eskerî û Tesaneyê (ASFAT) ku girêdayî Wezareta Parastina Neteweyî ye, TCG Akhisara ku li Fermandariya Tersaneya Stenbolê çêkirina wê di 2024an da hat kutakirin, ji Fermandariya Hêzên Behrê ya Romanyayê ra bi serkeftî hat îxrackirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku peyman ji bo îxracata parastinê ya Tirkiyeyê girîng e û di navbera her du welatan da jî tevkariya eskerî gihîşt qonaxeke nû.

Li gor daxuyaniyê Tirkiyeyê cara ewil keştiyeke şer firote welatekî endamê NATO û YEyê, ev jî di qada navneteweyî da pêbawerî, qalîte û têrdariya teknolojîk a sanayiya parastinê ya Tirk nîşan dide.

Di daxuyaniyê da hat gotin, wekî korvet li envantera Romanyayê zêdebûna Akhîsarê hem piştgiriyê dide ewlehiya behrê ya herêmê hem jî ji bona armancên nûjenbûnê yên Hêzên Behrê yên Romanyayê piştgiriyeke xurt e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın