Tirkiye

Tirkiyeyê cara ewil keştiya şer firot welatekî endamê NATO û YEyê

Alper Şaşmaz  | 03.12.2025 - Rojanekırın : 03.12.2025
Tirkiyeyê cara ewil keştiya şer firot welatekî endamê NATO û YEyê

Ankara

Di navbera Şirketa Anonî¨a Karsaziya Tersaneyan û Fabrîqeyên Eskerî (ASFAT) ya girêdayî Wezareta Parastina Neteweyî û Romanyayê da ji bo firotina TCG Akhîsarê peyman hat îmzekirin, bi îmzekirina vê peymanê va Tirkiyeyê cara ewil keştiya şer firot welatekî endamê NATO û Yekîtiya Ewropayê (YE).

Di daxuyaniya ASFATê da hat diyarkirin ku îxracata TCG Akhîsara ku di sala 2024an da li Fermandariya Tersaneya Stenbolê hat çêkirin ya ji bo Fermandariya Hêzên Behrê ya Romanyayê bi serkeftî bi cî hat.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku peyman di îxracata parastinê ya Tirkiyeyê da qonaxeke girîng e û hat gotin ku hevkariya eskerî ya di navbera herdu welatan da jî gihatş asteke nû.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Tirkiye cara ewil keştiya şer difroşe welatekî endamê NATO û YEyê û hat ragihandin ku ev yek ne tenê ji bo ASFATê di heman demê da nîşaneya pêbawerî, kalîte û têkûziya teknolojîk a pîşesaziya parastinê ya Tirkiyeyê nîşan dide.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın