Tirkiye

Tirkiyeyê bertek nîşanî biryara bernameya F-35ê ya Amerîkayê da

Wezareta Karên Derva: "Ev gava yekalî, li mitefîqiyê nayê û tu hinceteke wê ya meşrû jî tuneye"

18.07.2019 - Rojanekırın : 19.07.2019
Tirkiyeyê bertek nîşanî biryara bernameya F-35ê ya Amerîkayê da

Ankara

Wezareta Karên Derva diyar kir ku tu hinceteke meşrû tuneye ku rêvebiriya Amerîkayê Tirkiye ji bernameya F-35ê derxist û wiha dewam kir, "Em Amerîkayê dewet dikin ku ji vê xetaya xwe paşve gav bavêjin, lewra ev xeta wê di têkiliyên me yên stratejîk da xerabiyên ku çêkirina wan ne pêkan bi xwe ra bîne."

Di daxuyaniya ku ji wezaretê hat dayîn da hat bibîrxistin ku Qesra Spî û Wezareta Parastinê ya Amerîkayê daxuyand, ji ber ku Tirkiyeyê S-400a pergala parastinê ji xwe ra peyda kir, Tirkiye wê ji bernameya F-35ê were derxistin.

Di daxuyaniyê hat destnîşankirin ku "Ev gava yekalî, li mitefîqiyê nayê û tu hinceteke wê ya meşrû jî tuneye" û wiha hat gotin:

"Tirkiye ji şirîkên sereke ya bernameya F-35ê ye û ne adil e ku Tirkiye ji bernameyê hat derxistin û îdiaya ku pergala S-400ê wê zirarê bide F-35an jî maqûl nîne. Di vê mijarê da me teklîf kir ku komeke xebatê were avakirin û NATO jî beşdar bibe, lê kesî guh neda me. Ev dide nîşan ku Amerîka pêşdaraz e û îradeya wê têrê nake ku mijarê bi niyeteke qenc çareser bike."

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin Amerîka divê ne tenê bi gotinan, bi kirinên xwe bi taybetî di têkoşîna rêxistinên terorê DEAŞ, PKK/PYD/YPG û FETOyê da divê nîşan bide ku girîngiyê dide dostaniya Tirkiyeyê û wiha hat gotin:

"Li Osakayê di Zîrweya G-20î da di navbera Birêz Serokomarê me û Serok Trump da hevdîtinek çêbû û di vê hevdîtinê da ferasetek derket holê. Di vê mijarê da pir girîng e ku di her astê da ji vê ferasetê ra sadiq bimînin. Em Amerîkayê dewet dikin ku ji vê xetaya xwe paşve gav bavêjin, lewra ev xeta wê di têkiliyên me yên stratejîk da xerabiyên ku çêkirina wan ne pêkan bi xwe ra bîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın