Tirkiye

Tirkiyeyê êrîşa terorê ya DEAŞê li Mexmûrê kiribû şermezar kir

Muhammet Tarhan  | 04.12.2021 - Rojanekırın : 05.12.2021
Tirkiyeyê êrîşa terorê ya DEAŞê li Mexmûrê kiribû şermezar kir

Ankara

 Wezareta Karên Derva êrîşa ku DEAŞa rêxistina terorê biribû ser gundekî nêzî Mexmûrê şermezar kir.

Di daxuyaniya wezaretê da hat diyarkirin ku di êrîşa terorê ya birin ser gundekî li nêzî Mexmûrê da 10 endamên hêzên ewlekariya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê û 3 sivîl hatin kuştin ji ber vê gelekî li ber xwe ketin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Em êrîşa bêbext a ku DEAŞa rêxistina terorê hilda ser xwe bi tundî şermezar dikin. Em serxweşiyê didin meqamên HKI û Iraqê eqrebeyên kesên hatin kuştin. Rihma Xwedê li miriyan be, Xwedê şifayê bide birîndaran."

Di daxuyaniyê da hat gotin ku Tirkiye piştgiriyê dide têkoşîna dijî terorê ya hikûmetên Iraqê û HKIyê.

DEAŞ li herêmên gundewarî êrîşên xwe didomîne

Di êrîşa ku DEAŞa rêxistina terorê 27ê Mijdarê da li herêma Kulecoya ser Kîfrî ya navçeya Silêmaniyeyê li dar xistibû da 5 pêşmerge hatibûn kuştin û 4 pêşmerge jî birîndar bûbûn. Hatibû gotin ku ji pêşmergeyan yekî rewşa wî giran bû jî nehat xilaskirin.

Di encama êrîşa li navçeya Kifriyê da jî pêşmergeyek hatibûn kuştin û 3 pêşmerge jî birîndar bûbûn.

DEAŞa rêxistina terorê di sala 2014an da bi tevahiya Mûsil, Enbar û Selahadînê û qismekî bajarê Kerkûk û Diyalayê dagir kiribû û her ku çû herêm ji rêxistinê hatin rizgarkirin.

Serokwezîrê Iraqê yê berê Heydera el-Ebadî di 9ê Berfanbara 2017an da ragihand ku li hemberî DEAŞê wan serfirazî qezenc kiriye.

DEAŞ ji herêmê hat derxistin û bajarên dagir kiribû hatin rizgarkirin lê digel 4 salên borî rêxistin bi taybetî li herêmên gundewar ên Kerkûk, Mûsil, Selahadîn û Enbarê êrîşên xwe didomine.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.