Tirkiyeyê lenet li sûîqesta dijî Heniyye anî

Ankara
Wezareta Karên Derva der heqê li Tehrana paytextê Îranê kuştina Şefê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyye da got, "Şefê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyye li Tehranê di sûîqesteke nemerd da hat qetilkirin, em vê qetlê lenet dikin."
Wezaretê der heqê sûîqestê da daxuyaniya nivîskî da.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Şefê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyye li Tehranê di sûîqesteke nemerd da hat qetilkirin, em vê qetlê lenet dikin. Gelê Filistînê ji bo ku li welatê xwe, di dewleta xwe da di nava hizûrê da bijî wekî Heniyye bi sed hezaran şehîd dan. Serê gelê Filistînê sax be."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, Hikûmeta Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu cardin nîşan da ku niyeta wan a aştiyê tuneye û wiha hat gotin:
"Armanca vê êrîşê ew e ku şerê li Xezeyê bibe şerê herêmî. Civaka navneteweyî ji bo ku Îsraîlê bide sekinandin heke nekeve dewrê, dibe ku li herêma me pevçûnên pir mezintir derkevin. Tirkiye wê piştgiriya ji bo doza mafdar a gelê Filistînê bidomîne."