Tirkiye û Îngiltereyê di çarçoveya Projeya Eurofighter Typhoonê da peymana piştgiriya teknîkî û lojîstîkî îmze kir
İngiltere
Wezîrê Parastinê yê Neteweyî Yaşar Guler û Wezîrê Parastinê yê Îngiltereyê John Healey di çarçoveya Projeya Eurofighter Typhoonê da ji bo îdame û xebitandina balafiran peymana piştgiriya teknîkî û lojîstîkî îmze kirin.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî da hat gotin, di hevdîtineke li Londrayê ya di navbera Wezîr Gulerê ku ji bo serdaneke fermî li Îngitereyê ye û hevtayê wî yê Îngiliz Healey da mijarên hevkariya parastinê hatin nîqaş kirin.
Hat gotin di çarçoveya Projeya Eurofighter Typhoonê da der barê kirîna balafir, alav û muhimatan da peyman di Cotmeha 2025an da hat îmzekirin.
Hat gotin îro ji bo ku peymana piştgiriya teknîkî û lojîstîkî ya ji bo îdame û xebitandina balafiran were îmzekirin, herdu aliyan li hev kiriye.
Daxuyaniyê destnîşan kir ku herdu aliyan niyeta xwe ya xurtkirina hevkariyê ya di heyama pêş da anîne ziman.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
