Tirkiye

Tirkiye xwedî li dîroka Efrînê derdikeve

Midûriyeta Weqfan a Herêma Hatayê, Tirbeya Nebî Hûrî ya 1700 salî ya li navçeyê li gorî eslê wê restore dike - Şiyar Mihemedê Efrînî: - "Tirkiye xwedî li vê berhema dîrokî derdikeve û jinûva radike ser piyan. Xwedî li dîrok û çanda me derdikeve"

12.08.2020 - Rojanekırın : 13.08.2020
Tirkiye xwedî li dîroka Efrînê derdikeve

Afrin

Li navçeya Efrînê ya li bakurê Sûriyeyê, li Tirbeya Nebî Hûrî ya 1700 salî ku rêxistina terorê YPG/PKKyê zirar dayê, xebatên restorasyonê yên ku bi destê Midûriyeta Weqfan a Herêma Hatayê tên meşandin, li ber xilasbûnê ne.

Tirkiyeya ku bi Herekata Çiqlê Zeytûnê, navçeya Efrînê ji rêxistina terorê YPG/PKKyê safî kir, li navçeyê xwedî li heyînên çandî yên ku rêxistina terorê zirar dayê, derdikeve.

Di vê çarçoveyê da Midûriyeta Weqfan a Herêma Hatayê, Tirbeya Nebî Hûrî ya li navçeyê li gorî eslê wê restore dike.

Xebatên restorasyonê ku li gorî plansaziyê dê dawiya salê xilas bibin, bi destê ekîbên pispor bi hûrgilî tên meşandin.

Li gorî peywirdarên Midûriyeta Giştî ya Weqfan, dîroka Tirbeya Nebî Hûrî ku 10 kîlomêtro dûrî sînorê Tirkiyeyê ye, vedigere piştî mîladê sedsala 3yemîn.

- "Tirkiye xwedî li dîrok û çanda me derdikeve"

Ehmed Bûşiyê Sûriyeyî ku di xebatên restorasyonê da peywirdar e, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da wiha got, "Qedera 6 mehan e em xebatên restorasyonê dimeşînin. Bi piştevaniya Midûriyeta Giştî ya Weqfan, xebatên li gorî eslê vê berhema dîrokî tên meşandin. Înşelah heta çend mehan, restorasyona vê berhemê dê temam bibe."

Şiyar Mihemedê Efrînî diyar kir ku rêxistina terorê û rejima Esed zirar dan tirbeyê û wiha got, "Tirkiye xwedî li vê berhema dîrokî derdikeve û jinûva radike ser piyan. Xwedî li dîrok û çanda me derdikeve. Em sipasiya wan dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.