Tirkiye dê di sala 2026an da mazûvaniya sê lûtkeyên navneteweyî yên mezin bike
Ankara
Tirkiye dê di sala 2026an da mazûvaniya lûtkeyên Peymana Çarçoveya Guherankariya Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), 31emîn Konferansa Aliyan (COP31) û Teşkîlata Dewletên Tirkî (TDT) bike.
Tirkiyeya ku di salên dawî da him li herêma xwe û him jî li qada dîplomatîk a cîhanî roleke çalak girtiye sitûyê xwe, di gelek mijar û herêmên bi pirsgirêk da, bi taybetî jî di şerê Rûsya-Ukraynayê da, înîsiyatîfên navbeynkariyê, gavên dîplomasiya mirovî û mekanîzmayên hevkariya piralî bi bandor bikar tîne.
Tirkiyeya dixwaze bi mazûvaniya lûtkeyên navneteweyî hêza xwe ya dîplomatîk zêde bike, dê sala bê mazûvaniya 3 lûtkeyên navneteweyî yên mezin bike.
Di vê çarçoveyê da, tê plankirin ku Lûtkeya COP31 li Stenbolê, çalakiyên sereke yên konferansê jî li Antalyayê werin lidarxistin. Lûtkeya NATOyê jî wê di meha Temûzê da li Enqereyê were lidarxistin.
Tirkiye dê di sala 2026an da mazûvaniya 13emîn lûtkeya Teşkîlata Dewletên Tirkî ku tê de xwedî pozîsyonek bi bandor e, bike.
Dê ji bo xurtkirina pozîsyona Tirkiyeyê di nav welatên ku aresteya dîplomasiya cîhanî cîgir dikin, da giringiyeke mezin a van lûtkeyên navborî hebe.
- Di Lûtkeya COP31 da dê Tirkiye rojevê diyar bike
COP30, di meha Mijdarê da li Brezîlyayê bi rojeva "pîşesazîbûna kesk" ji bo têkoşîna li dijî guherîna avhewayê hatibû lidarxistin.
Di Lûtkeya COP31 da jî ku tê payîn serokên 196 welatan beşdar bibin, dê rojevê Tirkiye diyar bike û ji rêvebirina wê berpirsiyar be.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
