Tirkiye di Teşebûsa Sê Behran da bû "Hevkarê Stratejîk"

Ankara
Tirkiye ji bo ku li Ewropaya Navîn û Rojhilat kêmasiyên di warê binesaziya qadên vejen, gihandin û dijîtalbûnê da bên pêkanîn di "Teşebûsa Sê Behran" a ku welatên Baltik, Adriyatîk û Behra Reş dan destpêkirin da wekî "Hevkarê Stratejîk" roleke nû hilda ser xwe.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên wezareta Karên derva hatin hildan Teşebûsa Sê Behran (TSB) di sala 2015an da bi teşebûsa Polonya û Hirwavistanê ji bo ku binesaziya welatên Ewropaya Navîn û Rojhilar ên Behra Baltik, Adrîyatîk û Behra Reş dihewîne û binesaziyên wan ên vejen, dijîtal û fizîkî kevin û kêm in xurt bike, wekî platformeke navneteweyî ya ku tenê welatên Ewropayê (YE) dikarin bibin "Endamê Beşdarvan" hat avakirin.
Lûtkeya 10emîn a TSByê di 28-29ê nîsana 2025an da li Varşovayp hat lidarxistin.
Serlêdana "Hevkariya Stratejîk" a Tirkiyeyê di lûtkeya 10emîn da ji hêla welatên endam va hat qebûlkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.