Testên fabirqeyê ya "trena ceyranê ya neteweyî" hat kutakirin û tren wê saleke din xizmetê bike

Ankara
Trena ceyranê ya neteweyî di fabirqeyê da hat ceribandin û wê seba saleke din xizmetê bike.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji "Bernameya Salane ya Serokomariyê ya Sala 2022yan" da hev, wesayîtên pergala rêhesinê ji ber ku ewledar e û konfora wê baş e û di birin û anîna baran da mesrefa wê kêm e hem li navbera bajaran hem jî li nav bajêran zêdetir tê tercîhkirin. Ji ber vê yekê li tevahiya dinyayê veberhênanên ser wesayîtên rêhesinan zêde dibe.
Li Tirkiyeyê heta niha ji derva wesayît dihatin standin. Di 30 salên dawîn da ji 12 fîrmayên metro û tramvayan 2 hezar û 866 wesayît hatin îdxalkirin.
Li Tirkiyeyê ji bo çêkirina wesayîtên rêhesinan TUVASAŞ, TULOMSAŞ û TUDEMSAŞ di binê banê Midûriya Giştî ya Şirketa Anonîm ya Sanayiya Wesayîtên Pergala Rêhesinê ya Tirkiyeyê (TURASAŞ) da kirin yek û êdî ev şirket wesayîtên rêhesinan çêdike.
Di vê çarçoveyê da trena ceyranê ya neteweyî di fabirqeyê da hat ceribandin û wê seba saleke din xizmetê bike.