16 Hezîran 2020•Rojanekirin: 17 Hezîran 2020
Hat tesbîtkirin ku ji 7 terorîstên li Sêrt û herêma Feraşînê hatin berterefkirin 2yê wan di lîsteya terorîstên lê digerin a kategoriya gewr da ne.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat diyarkirin ku di çarçoveya operasyonên ewlehiya navxweyî da di operasyonên dawiya hefteyê hatin kirin da li Cîrafa herêma Eruha navçeya Sêrtê 5 û li herêma Faraşînê jî 2 terorîst hatin berterefkirin.
Didaxuyaniya wezaretê da hat diyarkirin ku nasnameya 4 terorîstan hat tesbîtkirin û wiha hat gotin:
"Di operasyona cendirmeyan bi piştgiriya hewayê li Cîrafa herêma Eruha navçeya Sêrtê kirin da 5 terorîst hatin berterfkirin. Hat tesbîtkirin ji wan yek Esma Afşara bi navê "Jiyan"ê tê zanîn e, di lîseya tûtik a terorîstên lê digerin da cî digre û ji bo wê milyonek xelat hatiye danîn. 2yê din jî di lîsteya terorîstên lê digerin a kategoriya gewr da ne. Yekê wan Ferît Danişmanê bê navê "Mahir Nemrut" tê zanîn e yek jî Îsmaîl Dumanê bi navê "Azad" tê zanîn e.
Wekî mayîn di kordinasyona fermandariyên cendirmeyan ên Hekarî û Wanê da operasyon hat kirin li herêma Faraşînê 2 terorîst hatin berterfkirin. Hat tesbîtkirin ku terorîstek Basrî Canê bi navê "Brûsk" tê zanîn e û di lîseya tûtik a terorîstên lê digerin da ye."
Wezareta Karên Navxweyî: Li Wanê 3 terorîst hatin berterefkirin
Wezareta Karên Navxweyî daxuyand di operasyona li çol û bestên Tendurekê ya li Çaldirana navçeya Wanê da 3 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Wezaretê hêzên Tevgera Taybet a Cendirmeyan (JOH) yên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li çol û bestên Tendurekê ya li Çaldirana navçeya Wanê operasyonek kirin.
Di operasyonê da 3 terorîst hatin berterefkirin, çek û cebilxaneya wan jî hat bidestxistin.
Li herêmê operasyon dewam dikin.