Tirkiye

Terorîstek bi xêra îqnakirina cendermeyan teslim bû

Li Kahramanmaraşê terorîstekî endamê YPG/PKKya rêxistinê terorê bi îqnakirina cendermeyan teslim bû

12.10.2019 - Rojanekırın : 13.10.2019
Terorîstek bi xêra îqnakirina cendermeyan teslim bû

Kahramanmaraş

Li Kahramanmaraşê terorîstekî endamê YPG/PKKya rêxistinê terorê bi îqnakirina cendermeyan teslim bû.

Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, terorîstekî ku ev qasî 29 sal e endamê rêxistina terorê bû bi rêya tîmên Fermandariya Cendermeyên Bajêr hat îqnakirin û vegeriya memleketê xwe û teslim bû.

Di daxuyaniyê da navê şikbar nehat dayîn. Şikbar di îfadeya xwe da bangî hevalên xwe kir û wiha got:

"Der heqê min da ji ber endamtiya rêxistina terorê biryara lêgerînê hatibû derxistin. Ev 29 sal bû der heqê min da biryara lêgerînê hebû. Cenderme bi min ra axivîn û ez îqna kirim. Bi rêya wan ez niha bi malbata xwe ra dijîm. Ez ji vir bangî hemû endamên rêxistinê yên din dikim. Werin hûn jî teslim bibin. Dewlet li min xwedî derket. Hûn jî werin û xwe teslimî edaleta dewletê bikin. Wê li we jî xwedî derkeve."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın