12 Gulan 2016•Rojanekirin: 13 Gulan 2016
ŞIRNAK
Li navenda Şirnexê di çarçoveya "Operasyona Sertegmenê Jendirme yê Şehîd Mehmet Çîftçî" ya ku ji sedî 84ê wê hatiye temamkirin de terorîst li taxên Bahçelîevler, Gazîpaşa û Îsmetpaşayê hatin dorpêçkirin.
Di operasyonê de di navbera jendirme û tîmên herekata taybet a polêsan û terorîstên PKKyî de pevçûn derdikevin, di kontrolên ku di çarçoveya operasyonê de hatin kirin de derket holê ku terorîst li taxên bajêr ên aliyên bilind (Gundogdu, Yeşîlyurt, Gazîpaşa, Îsmetpaşa û Cumhuriyetê) ji bo ku ji taxekî derbasî taxekî din bibin şebekeya ava qirêj a beton ya ku qenalîzasyonên hin taxan jî diherikê bi kar tînin.
Di lêkolînên ku li cihên ku ji terorîstan hatin paqijkirin hat kirin de hat tespîtkirin ku terorîstan ji bo ku tunelên wekî qenalan ên sergirtî yên ku bi çendî kîlometro dirêj in ronahiyê bibînin di mesafeyên diyar de qulik vekirine û terorîst bi arîkariya van qenalan bêyî ku tîm wan bibînin dikarin bikevin aliyên hûndir.
- Yek bi yek li wan digerin
Hêzên ewlehiyê digel îxtimala dibe ku terorîstan teqemenî veşartine kontrolên xwe bi hesasiyet berdewam dikin û diyar dikin ku dirêjahiya tunelan digihêje 5 kîlometroyî. Ekîb didin pêş çav dibe ku terorîst van tunelan bi kar bînin û birevin derveyî bajêr û li herêmên navborî li cihên diyar bergiriyên ewlehiyê zêde kirin.
- Alayê dialiqînin avahiyên kamûyê
Hêzên ewlehiyê li taxên Yeşîlyurt, Yenîmahalle, Dîcle û Cumhuriyetê yên ku ji terorîstan hatin paqijkirin li malan lêgerîn dikin û hemû malan û avahiyên kamûyê yek bi yek kontrol dikin. Ekîb ji bo bîranîna şehîdan li avahiyên kamûyê yên ku fealiyeta lêgerîn û lêkolînê hat temamkirin alayan dialiqînin.
- 334 terorîst hatin kuştin
Di roja 55emîn a operasyonê de jimara terorsîtên ku hatin kuştin derket 334an, hêzên ewlehiyê 162 bergiriyên ku di piraniya wan de teqemeniyên bidestçêkirî hatine veşartin hatin rakirin, 21 çal hatin girtin û 927 teqemeniyên bidestçêkirî hatin îmhekirin.