Tirkiye

Terorîsta DEAŞî ku bi bultena sor lê dihat gerîn li Adiyemanê hat girtin

Orhan Pehlül  | 14.10.2021 - Rojanekırın : 15.10.2021
Terorîsta DEAŞî ku bi bultena sor lê dihat gerîn li Adiyemanê hat girtin

Adıyaman

Jina ku bi sedema endametiya rêxistina terorê DEAŞê, Interpol bi "bultena sor" lê digere û dema bi rêyên qaçax ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bû hatibû qefaltin, li Adiyemanê hat girtin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Adiyemanê, ji hêla ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, li dijî sazûmaniya rêxistina terorê DEAŞê xebat hat kirin.

Di vê çarçoveyê da U.Mya ku Interpol bi bultena sor, Tirkiye jî bi bultena hêşîn lê digere, gava bi rêyên dereqanûnî ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bû, hat qefaltin.

Jina biyanî ya ku li ser, nasnameya kesekî derket ku dikare di çalakiya xwekujiyê da bi kar bîne, bi destê dadgehê hat girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.