Terorîst Ercan Yacanê bi navê Ferman dihat zanîn li Wanê hat qefaltin
Wezareta Karên Navxweyî: "Hat tesbîtkirin ku ev terorîst di sala 2019an da li herêma Goşîne ya Qendîlê ya li bakurê Iraqê qaşo wek fermandarê tîmê kar kiriye"
Ankara
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku terorîst Ercan Yacanê di nav rêxistina terorê da navê Ferman li xwe kiribû û sala par li herêma Goşîne ya Qendîlê ya ser bakurê Iraqê qaşo fermandarê tîmê bû, li Wanê hat qefaltin.
Wezaretê daxuyanî da û ragihand ku fermandariyên cendirme yên Bajêr ên Wan û Şirnexê û ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr a Wanê operasyoneke hevdem birin serî.
Terorîst Yacanê bi navê "Ferman" di cihê xwe lê veşartibû da hat qefaltin
Hat gotin ku terorîst di nav rêxistinbûna ciwaniyê ya rêxistina terorê da cih girtiye û di sala 2014an da jî qaşo perwerdehiya hêzên taybet hildaye û di nav salên 2015-2016an da jî tevlî rêxistinbûna bejayî ya rêxistinê bûye û paşê jî li Sûriye û Iraqê di nav xebatên rêxistinê da cih girtiye.
Wezaretê ragihand ku terorîst Yacan di sala 2019an da li herêma Goşîne ya Qendîlê ya ser bakurê Iraqê qaşo wek fermandarê tîmê kar kiriye û herî dawîn jî li Wanê ji bo ji rêxistinê ra endaman temîn bike hewl daye.