Terorîstên ku li Dicleyê hatin berterefkirin di kategoriya tûtik û gewr da li wan digeriyan

Ankara
Wezareta Karên Navxweyî daxuyand ku di 20ê Îlonê da li Diyarbekirê 3 terorîst hatin berterefkirin ku jê Hacer Suçîn û Aliye Kiye di kategoriya tûtik û Hatîce Ay jî di kategoriya gewr da li wan digeriyan.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat destnîşankirin ku bi operasyona Eren Abluka-34ê li dorbera Çiyayê Goreseyê ya li Dicleya navçeya Diyarbekirê di 20ê Îlonê da 3 terorîst hatine berterefkirin.
Hat diyarkirin ji 3 terorîstên hatine berterefkirin Hacer Suçîn (bi nasnavê Dîcle Botan) û Aliye Kiye (bi nasnavê Dîren Wan) di kategoriya tûtik û Hatîce Ay (bi nasnavê Amed Ader) jî di kategoriya gewr da bûne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.