Termên 3 kesên li Wanê otomobîla wan totî bendavê bû hatin definkirin
Hakkari
Termên 3 kesên ku otomobîla wan duh li Gurpinara navçeya Wanê ji kontrolê derket û totî bendavê bû, hatin definkirin.
Termên Rojhat Durgun, Cihat Durna û Furkan Berat Ozdemir ku otomobîla wan duh li ser rêbejaya Wan-Hekariyê ji kontrolê derket û totî Bendava Zernekê bû, piştî miemeleyên otopsiyê, spartin eqrebayên wan.
Termê Ozdemir li Taxa Esenyurtê ya navçeya Yuksekovayê di goristana TOKÎyê da, termê Durgun li navenda bajêr di goristana Taxa Berçelanê da bi dia û girîn hatin definkirin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Hekariyê Vezir Coşkun Parlak, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Yuksekovayê Salih Ozdemir û welatî di definkirina Ozdemir da amade bûn.
Termê Durna jî duh bi şev li navçeya Yusekovayê di goristana Taxa Înanliyê da hat definkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
