ŞANLIURFA
Telebeyê Bedîuzeman Seîdê Nûrsî Abdulkadîr Badilliyê (78) ku li nexweşxaneya ku dihat dermankirin wefat kiribû, li Rihayê hat definkirin.
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan, Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Faruk Çelik, Cîgirserokê Koma AK Partiyê Ahmet Aydin û gelek welatî beşdarî merasima cinaze bûn.
Badilli li goristana tenişta meqama ku tê rêwayetkirin Hz. Îbrahîm lê çêbûye, hat definkirin.
Badilli mehek berê bi balafirambulansê ji Rihayê anîbûn Enqereyê û li Nexweşxaneya Zanîngeha Gaziyê ya Enqereyê wefat kiribû.