KERKÛK
Hat ragihandin ku hêzên koalisyonê û DYAyê li Hewîceya navçeya Kerkûkê ji hewayê êrîşî milîtanên DÎŞIyê kirin, di êrîşê da 86 milîtan hatin kuştin.
Rayedarê Qereqola Polêsên Hewîceya Kazim Mihemed daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku teyareyên hêzên koalisyonê êrîşî embara gubreyê, fabirqeya cemedê û aşê bayê yên ku milîtanên DÎŞI xwe tê da veşartibûn kirin.
Mihemed destnîşan kir ku di encama êrîşên teyareyan da avahiya ku DÎŞIyê wek dadgeh bi kar dianî hat teqandin û wiha got: "Li gor xeberên ji me ra hatin di teqînan da 86 milîtanên DÎŞIyê mirin."
Mihemed diyar kir ku di encama êrîşên ku di 12 saetên dawiyê da hatin kirin da avahiya hikûmetê jî zirar dît û wiha axivî: "Milîtanên DÎŞIyê li navend û dorberê Hewîceyê avahiyên dewletê ji xwe ra wek waregeh bi kar dianîn. Di bombebaranê da ji xêncî van avahiyan xaniyên li der û dorê jî hilşiyan."
Wek meyîn jî hêzên pêşmergeyan li Şengalê 15 milîtanên DÎŞIyê kuştibûn û 40 kes jî sax girtibûn.