Tirkiye

TCG Anadolu ji bo rêwresma li Tengava Stenbolê ji Sarayburnuyê veqetiya

Mikail Bıyıklı  | 24.08.2025 - Rojanekırın : 24.08.2025
TCG Anadolu ji bo rêwresma li Tengava Stenbolê ji Sarayburnuyê veqetiya

Istanbul

TCG Anadoluya keştiya herî mezin a eskerî ya Tirkiyeyê ji bo merasima rêwresma ku dê di çarçoveya TEKNOFEST Welatê Şîn da li Tengava Stenbolê bê lidarxistin, ji Bendera Sarayburnuyê veqetiya.

TCG Anadolu ji bo çalakiya li Tengava Stenblê serê sibehê di derdora saet 07.00an da ji Bendera Sarayburnuyê derket û berê xwe da ber bi peravên Behra Reş.

Di TCG Anadoluyê da ji bo merasimê 250 xwendekar jî hene ku ji hêla Wezareta Ciwanî û Werzişê û Weqfa T3yê hatine neqandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.