Haydar Şahin
30 Mijdar 2017•Rojanekirin: 30 Mijdar 2017
ÇANAKKALE
Tankera Cezayirê ya xaza siruştî ya avkî (LNG) barkirî ji Geliyê Çeneqeleyê ra derbas bû.
"Ougarta"ya tankera Cezayirê ya ku ji Bendera Arzewê ya li Cezayirê LNG bar kir û ji bo ku bibe tesîsên BOTAŞê ya li Eregliya Marmarayê derkete rê ji Geliyê Çeneqeleyê ra derbas bû. Dirêjahiya Ougartayê 291 metre ye û giraniya wê jî 112 hezar û 867 groston e.
Çaxê tanker ji gelî ra derbas dibû romorkorên bi navê "Kurtarma-4" û "Kurtarma-10" yên Midûriyeta Giştî ya Ewlekariya Peravê jî ji tankerê ra hevalrêtî kirin.
Di dema derbasbûna tankerê da gelî ji aliyekî ra ji bo çûyîn û hatinê hat girtin.
Rayedarên Midûriyeta Xizmetên Trafîka Keştiyan gotin piştî ku keştî ji gelî ra derbas bibe trafîka li gelî ew ê vegere halê normal.