Tama îlhama xwe da rengê modêla nû ya Toggê: Şekirê behîvan ê hêşîn ê Mêrdînê
- Rengê hêşîn ê şekirê behîvan ê rengê xwe ji boyaxa rehê dara lahorê distine, di modêla nû ya Togga otomobîla xwemalî ya Tirkiyeyê T10Fê da hat emilandin

Mardin
HALÎL ÎBRAHÎM SÎNCAR - Şekirê behîvan ê Mêrdînê yê îlhama xwe da rengê hêşîn ê modêla nû ya Togga otomobîla xwemalî ya Tirkiyeyê T10Fê, li deverê di encama xebatên bênavber da tê hilberîn.
Li Mêrdînê şekirê behîvan ê hêşîn ê ku bi behîvên qelandî yên bax û baxçeyên Mêrdînê û her wiha şerbeta taybet va tê çêkirin, bi tam û aromaya xwe va tê ecibandin.
Gelê Mêrdînê bi gelemperî şekirê behîvan îkramî mêvanên xwe dikin û dîsa kesên tên bajêr jî ji bo ku bixwin û her wiha ji bo ku diyarî bikin, şekirê behîvan dikirin.
Şekirê behîvan ê hêşîn ê ku di 2009an da bi serlêdana Walîtiya Mêrdînê va işareta coxrafî wergirt, îlhama xwe da rengê modêla nû ya Toggê T10Fê.
Serokomar Recep Tayyip Erdogan ragihand ku ji modêla T10Fê ya Toggê ra Belgeya Pesendkirina Şêweyê hat dayîn ku ji wî ra hat diyarîkirin û di 15ê Îlonê da li Tirkiyeyê dê derkeve ber firotanê.
Rengê hêşîn ê şekirê behîvan ê rengê xwe ji boyaxa rehê dara lahorê dîstine, di encama xebatên bênavber da tê hilberîn.
Sevgi Yurta endazyara xidayê ya şîrketa ku li Mêrdînê şekirê behîvan hildiberîne, di daxuyaniya xwe ya da payamnêrê AAyê da diyar kir ku fîrmaya wan bi salan e şekirê behîvan çêdike.
Yurt bal kişand, ew bi wê yekê serbilind in ku şekirê behîvan bi rengê xwe va îlhama xwe da rengê modêla nû ya Toggê û wiha dewam kir, "Şekirê behîvan ê hêşîn bi tenê şêraniyek nîne, di heman demê da nirxek e ku çand, mêvanperwerî û kevneşopiya qedîm a Mêrdînê nîşan dide. Îro roj ev nirx, li ser Togga nîşaneya paşeroja Tirkiyeyê dijî. Ev, me heta tu bêjî serbilind dike. Em bi kêfxweşî û kelecanî dişopînin."
Hilberîner Mehmet Şah Hazar jî diyar kir ku derdora qirnekî ye ew wekî fîrma, bi rêbazên edetî şekirê behîvan hildiberînin.
Hazar bal kişand ku şekirê behîvan rengê xwe ji wê şerbeta taybet distîne ku ji rehê dara lahorê tê amadekirin û wiha dewam kir:
"Rengê wê rengekî coxrafî ye. Rengê xwe daye Togga rûmeta me ya neteweyî. Lewma jî em serbilind in. Herdu jî dê bibin rûmet û stêrka geş a Mêrdîn û welatê me."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.