Tirkiye

Têkoşîna ekîbên berfê di demsala biharê da jî berdewam e

- Li Bidlîsa ku zivistana wê dijwar derbas dibe, ekîbên berfê li deverên çiyayî di rêyên ku stûriya berfê cih cihan digihîje 2-3 mêtreyan da di demsala biharê da jî têkoşîna berfê didomînin

Şener Toktaş  | 25.03.2026 - Rojanekırın : 26.03.2026
Têkoşîna ekîbên berfê di demsala biharê da jî berdewam e

Bitlis

ŞENER TOKTAŞ - Di demekê da ya ku li gelek herêmên Tirkiyeyê şerttên demsala biharê xwe nîşan dane, ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê di rêyên gundan da yên ku stûriya berfê cih cihan digihîje 2-3 mêtreyan, têkoşîna berfê dimeşînin.

Li Bidlîsa ku ji wan parêzgehên Tirkiyeyê ye yên herî zêde berf lê dibare, ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê ji bo ku çûn û hatina deverên çiyayî raneweste û welatî mexdûr nebin, xebatên xwe yên dijî berfê di meha adarê da jî didomînin.

Ekîbên berfê yên ku li bajêr têdikoşin da ku rêya 643 gund û mezrayan vekirî bimîne, di demekê da ya ku li gelek herêman biharê dest pê kiriye, li cihên raqimbilind, xebatên berfê dimeşînin.

Naîl Aşîtê şefê şantiyeya navendê ya Midûriyeta Xizmetên Rê û Veguhestinê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê ji rojnamegeran ra diyar kir ku ew ji 27ê Kanûna Pêşîn û vir va têkoşîna berfê dimeşînin.

Aşît bal kişand ku heta niha li 643 cih û waran wan qedera 22 hezar kîlometreyî têkoşîna berfê kir.

Aşît got ku ew midaxeleyî şepe, hezaz û lehiyan dikin û wiha dewam kir, "Li hin deverên welatê me însan dikevin behrê lê li vir hema hema ber bi nîvê demsala biharê, em hê jî têkoşîna berfê dimeşînin."

Aşît got ku li bajêr zivistana herî dijwar a 15 salên dawîn xwe nîşan da û wan rêyên hin gundan yên ku pirî carî bi berf û bagerê hatin girtin, çendîn caran vekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın