Tirkiye

Tê texmînkirin ku li Rojhilatê Anadoluyê şiliyê bibare

Haydar Şahin  | 28.03.2020 - Rojanekırın : 28.03.2020
Tê texmînkirin ku li Rojhilatê Anadoluyê şiliyê bibare

Erzurum

 Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi navber baranê bibare.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê, li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be, car caran şiliyê bibare.

Li herêmê hewayê wekî ya demsalê be, bayê ji aliyê bakur ra rabe û car caran jî guj bibe.

Bi şev germahiya hewayê li Agiriyê sifir, li Qersê 1, li Erdexanê 2, li Erziromê 3, li Tunceliyê 6, li Îdir û Erzincanê jî 7 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdirê 18, li Erzincanê 14, li Tuncelî û Erdexanê 11, li Agirî û Qersê 10, li Erziromê 9 pile be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.