Tirkiye

Sûriyeyî yên ji Stenbolê derketin rê li Hatay û Kilîsê ber bi welatê xwe va hatin oxirkirin

Mehmet Kara, Erdal Türkoğlu, Salim Taş, Cebrail Caymaz  | 10.08.2022 - Rojanekırın : 11.08.2022
Sûriyeyî yên ji Stenbolê derketin rê li Hatay û Kilîsê ber bi welatê xwe va hatin oxirkirin

Istanbul

 54 welatiyên Sûriyeyê yên ku ji ber şerê navxweyî yê li welatê xwe reviyabûn û xwe spartibûn Stenbolê di çarçoveya projeya "Vegera bidildarî" ya Şaredariya Esenyurtê kir rewacê da xwestin vegerin ser mal û milkên xwe û ew li Hatay û Kilîsê ji deriyên sînor hatin oxirkirin.

Di çarçoveya organîzasyona Şaredariya Esenyurtê da ji bo vegerê zarok jî di nav da 54 kesên serî lêdan ku vegerin welatê xwe li pêş avahiya berê ya şaredariyê merasima oxirkirinê hat kirin.

Şaredar Kemal Deniz Bozkurt got ku ew alîkariyê didin kesên dixwazin bi dildarî vegerin welatê xwe û ji bo vê jî amade ne.

Bozkurt destnîşan kir ku ew ji bo kesên dixwazin vegerin otobusê digirin û wiha domand: "Heta îro bi navbeynkariya Şardariya Esenyurtê ji 3 hezarî zêdetir welatiyên Sûriyeyî vegeriyan malên xwe."

Welatiyên Sûriyeyî yên miameleyên wan qediyan li 3 otobusan hatin siwarkirin û ber bi Heleb, Şam, Îdlib û Efrînê ku berê lê dijîn va hatin şandin.

- 43 Sûriyeyî ji Hatayê hatin şandin

Welatiyên Sûriyeyî yên ji Stenbolê bi rê ketin û gihîştin Hatayê 43 jê ji ser deriyên Cîlvegozu û Yayladagê derbasî alî Sûriyeyê bûn.

Ji Kilîsê jî 3 jê zarok 11 welatiyên Sûriyeyî ji Deriyê Sînor ê Oncupinarê derbasî alî Sûriyeyê bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın