Tirkiye

Sûlava Çirê ya li Bingolê ziyaretvanên xwe diezimîne

- Walî Cahît Çelîk: "Bi tebîeta xwe, dengê avê û xweşikahiya xwe va mirov mat dihêle. Em bangî hemû tebîethez û hemşehriyên me dikim ku bila bên van xweşikahiyan bibînin û keşif bikin"

Rıdvan Korkulutaş, Emre Ağaçe  | 28.03.2026 - Rojanekırın : 28.03.2026
Sûlava Çirê ya li Bingolê ziyaretvanên xwe diezimîne

Bingöl

Sûlava Çirê ya li texma Zozanê Deştê ya raqima wê 2 hezar e û li Ilicalarê bajaroka Bingolê cî digire ziyaretvanên xwe diezimîne.

Komeke tebîethezên ku ji endamên Têkoşîna Dijî Erozyonê ya Tirkiyeyê, Nûnertiya Bajêr a Weqfa Parastina Heyberên Tebiî û Çandina Daran (TEMA) û Çiyageriya Rûyê Bakur, Kulûba Werziş, Lêgerîn û Xilaskirinê ya Tebîetê û komeke ji Enqereyê hatiye li Sûlava Çirê geştek lidarxistin.

Walî Çelîk, xanima wî Nermîn Çelîk, Fermandarê Cendimeyan a Bajêr Tuxgeneral Sabrî Kuçuk û tebîethez ji rêya biberf hatin û gihaştin Sûlava Çirê.

Kesên beşdarî geştê bûn biqasî bilindahiyeke 50 mêtroyî sûlava ku ji zinarên kesk û sor diherike temaşe kirin.

Sûlava Çirê ya ku bi helîna berfê bi coştir diherike dîmenên gelekî xweşik derdixîne holê.

Walî Cahît Çelîk daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku Bingol paytextê gol, çiya, aramî û biratiyê ye.

Çelîk destnîşan kir ku seranserê maweya peywira xwe ji bo nasandina bajêr çi ji destê wan hat kirin û got ku "Em bi komeke tebîethezên ku ji Enqere û Bingolê hatin ra hatin Sûlava Çirê. Sûlava Çirê biqasî 35 kîlomêtro dûrî navenda bajêr e û ji rêya Karliova-Erziromê jî biqasî 10 kîlomêtro dûr e. Ez cara ewil hatim vir. Bi tebîeta xwe, dengê avê û xweşikahiya xwe va mirov mat dihêle. Em bangî hemû tebîethez û hemşehriyên me dikim ku bila bên van xweşikahiyan bibînin û keşif bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın