Tirkiye

Sûcdarekî di asta neteweyî da lê digeriyan û 14 sûcdarên bi bultena sor lê digeriyan bo Tirkiyeyê hatin îadekirin

Betül Bilsel  | 20.07.2025 - Rojanekırın : 21.07.2025
Sûcdarekî di asta neteweyî da lê digeriyan û 14 sûcdarên bi bultena sor lê digeriyan bo Tirkiyeyê hatin îadekirin

Ankara

Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya ragihand ku sûcdarekî di asta neteweyî da lê digeriyan û 14 sûcdarên bi bultena sor lê digeriyan li Gurcistan, Almanya, Yûnanistan, Belçîka, Sirbistan û Komara Tirkên Qirbrîsa Bakur (KKTC) hatin qefaltin û bo Tirkiyeyê hatin îadekirin.

Wezîr Yerlikaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der heqê îadekirina 15 sûcdaran a bo Tirkiyeyê da daxuyanî da.

Yerlikaya bal kişand ku bi xebatên hatin kirin va welatên ku şexsên der heqê wan da biryara lêgerînê heye xwe lê veşartine, yek bi yek hatin tesbîtkirin û wiha got, "Şexsên bi navê A.O, S.Ç, Î.K, D.T, Î.Ç, A.Ş, Î.K, O.B, M.Y, Ş.A, O.G, B.Ş, A.G. yên di asta navneteweyî da bi bultena sor li wan digeriyan û her wiha C.Kyê ku di asta neteweyî da lê digeriyan bo welatê me hatin îadekirin."

Yerlikaya her wiha spasiya Wezareta Edaletê û xebatkarên wê kir û pîrozbahî li Serokatiya Daîreya Europolê ya Înterpolê kir û wiha got, "Sûcdarekî di asta neteweyî da em lê digeriyan û 14 sûcdarên bi bultena sor em lê digeriyan bi tevahî 15 sûcdar me ji Gurcistan, Almanya, Yûnanistan, Belçîka, Sirbistan û KKTCyê anî welatê me. Di serdema vê kabîneya me da me 407 sûcdar li welatê xwe dan îadekirin. Em li dû wan in, xilasbûna wan ji destê me tuneye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın