Siruşthez bi çalakiyên meşê va bedewiyên Mûşê keşf dikin

Muş
Komeleya Gavên Ciwan a li Mûşê di fealiyetê da ye, bi 62 çalakiyên meşê va yên di nav salekê da li dar xistin, zêdetirî 1500 kesî bi bedewiyên siruştî yên Mûşê ra hevnas kirin û han da ji bo jiyaneke bi liv û tevger.
Komeleya ku li bajêr çalakiyan organîze dike da ku balê bikişîne ser jiyaneke tendurist û hişmendiya hawirdorî û her wiha keşfkirina bedewiyên bajêr, di kurtemekê da xwe gihand girseyeke mezin a beşdaran.
Siruşthezên ku xwestin bedewiyên Mûşê bibînin ku wextê xwe di nav xwezayê da derbas bikin, beşdariya çalakiyên komeleyê kirin û her hefte çûn herêmeke cuda û ji xwe ra meşiyan.
Endamên komeleyê û siruşthezan di vê çarçoveyê da vê carê berê xwe dan devera gundê Mercîmekkaleyê ya 30 kîlometreyî dûrî bajêr.
30 siruşthezên ji kar û pîşeyên cuda û her wiha xwendekarên biyanî yên bi bernameya Erasmusê hatine welêt, li qeraxê Çemê Muradê meşeke 5 kîlometreyî li dar xistin.
Siruşthezan li seyrangeha li Girê Mercîmekkaleyê li ber stranan govend gerandin û bi dû ra jî ji bo çêbûna hişmendiya paqijhiştina jîngehê, paqijî kirin.
Sedat Ozcanê Serokê Komeleyê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ev salek e ew meşên siruştî li dar dixin û hanê didin mirovan ku jiyaneke bi liv û tevger bijîn û wiha got:
"Me di nav salekê da 62 meşên siruştî li dar xistin. Zêdetirî 1500 kesî beşdarî van meşan bûn. Ev reqam wê yekê nîşan dide ku însanan çiqas zehf bêriya siruştê kiriye û çiqas zehf pêdivî bi fealiyetên bi vî rengî heye."
Ayoub Ahnayê ji Fasê hatiye diyar kir ku ew ji bo beşdariya bernameya Rojên Onkolojiyê yên Navneteweyî hat bajêr û wiha got, "Xwezaya Mûşê pir xweş e, min pir ji Mûşê hez kir. Ez spasiya sazkarên meşê dikim."
Nêrgiz Axundovaya ji Azerbeycanê hatiye jî wiha got, "Di çarçoveya bernameya Erasmusê da em li Mûşê ne. Rojeke xweş bû, min siruşt û menzereya wê eciband. Ez spasiya Komeleya Gavên Ciwan dikim."
Youssef Aguerramê ji Îspanyayê hatiye jî wiha got, "Ez ji çanda Tirkiye û Mûşê hez dikim. Ez gelê Mûşê jî hez dikim. Ez spasiya koma meşê dikim."