Tirkiye

Şikbarê ji ber şewata daristana li Hatayê hatibû binçavkirin hat girtin

Haydar Şahin  | 25.09.2020 - Rojanekırın : 26.09.2020
Şikbarê ji ber şewata daristana li Hatayê hatibû binçavkirin hat girtin

Hatay

Fatîh M.yê bi hinceta li Arsuza navçeya Hatayê li 8 ciyan agir berî daristanê daye hatibû binçavkirin hat girtin.

Fatîh M. duh ji ber şewata daristanê ya li Taxa Haciahmetliyê derketibû hatibû binçavkirin, karûbarên li Fermandariya Cendirmeyên Navçeyê yên şikbar hatin temamkirin.

Şikbar di çarçoveya tevdîrên ewlehiyê da sewqî Edliyeya Îskenderunê kirin û hakimtiya ceza silhê ya nobedar ji bo wî biryara girtinê da.

Duh li 8 ciyên daristana li Haciahmetliya taxa Arsuza navçeya Hatayê şewat derketibû û bi midaxeleya ekîban şewat hatibû temirandin, Fatîh M.yê şikbar jî hatibû binçavkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın