Tirkiye

"Şewba Kovîd-19ê di sedsala dawîn da qeyrana herî mezin ya tenduristiyê ye"

Nihat Kavşut  | 08.10.2020 - Rojanekırın : 09.10.2020
"Şewba Kovîd-19ê di sedsala dawîn da qeyrana herî mezin ya tenduristiyê ye"

Istanbul

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê şewba Kovîd-19ê da wiha got: "Vê şewba ku ji ber wê ji milyonekî zêdetir însan mirin di sedsala dawîn da qeyrana herî mezin ya tenduristiyê ye."

Erdogan ji Qesra Wehdeddîn bi weşana zindî di rûniştina vekirina Foruma Kar û Aboriyê ya Tirkiye û Afrîkayê da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da balê kişand ser şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19ê) û wiha got: "Vê şewba ku ji ber wê ji milyonekî zêdetir însan mirin di sedsala dawîn da qeyrana herî mezin ya tenduristiyê ye."

Erdogan diyar kir Kovîd-19ê him çewtiyên di pergala kurewî da nîşan da û him jî newekheviya ji ber şiklê pergalê derdikevin holê kûrtir kir.

Serokomar Erdogan destnîşan kir di heyameke ku dewletên pêşketî yên Rojavayî ketin şerê maskeyan da mixabin gelên Afrîkayê li hember şewbê bi tena serê hatin hiştin û got ku em gelekî xemgîn in ku heta niha li derdora milyon û nîvekê dostên me yên Afrîkayî bi vê nexweşiyê ketine.

Erdogan destnîşan kir Tirkiye yek ji wan dewletan e ku bi rehetî li ber vê şewbê li ber xwe daye û wiha got: "Bêyî ku ferqa dîn, ziman, nijad û reng bikin me bersiva erênî da daxwaza alîkariyê ya 154 dewletên cuda û 8 saziyên navneteweyî."

Serokomar Erdogan diyar kir ji ber ku cîhazên bêhnê yên malê Tirkan û tilûm û maskeyên wan di têkoşîna dijî vîrusê da bi kêrî Afrîkayê hatin serfiraz in û wiha axivî: "Ligel tengasiya lojîstikê û tevdîrên karantînayê şirketên me yên li Afrîkayê di heyama nexweşiyê da bi baldarî xebatên xwe didomînin."

Erdogan destnîşan kir di mijara turîzma tenduristiyê da ji hêla kalîteya bihayê va sitêrka sektora tenduristiyê ya Tirkan her diçe geş dibe û wiha peyivî: "Platforma Hevkarên Tenduristiyê ya Afrîka û Tirkiyeyê li sektorê dikarin hevkariya îmkanên mayînde û berfireh pêk bînin."

Serokomar Erdogan got ku ji sed hezarî zêdetir emekdarên ji Afrîkayê bi saya veberhênerên Tirk gihîştin îmkana îstixdamê.

Erdogan destnîşan kir îro bihayê projeyên şirketên Tirk yên li giştiyê Afrîkayê pêk tînin gihîşt 70 milar dolarî.

Serokomar Erdogan diyar kir bêyî ku ji tenduristiya welatiyên xwe tawîzê bidin divê meriv çerxa aboriyê jî bizivirîne.

Erdogan destnîşan kir di 18 salên dawîn da bi wesîleya TOKÎyê 900 hezar avahiyên nû çêkirine û pêşkêşî însanên xwe kirine.

Serokomar Erdogan diyar kir pîşesaziya parastinê di nav wan sektoran da ye ku Tirkiye di salên dawîn da hema bêje bûye efsane û wiha axivî: "Bi projeyên ku me kirin rewacê va di sanayiya parastinê da me bi derva ra pabendebûna welatê xwe ji sedî 70yî daxist ji sedî 30yî."

Erdogan destnîşan kir li Afrîkayê jimara balyozxaneyên xwe yên ku li parzemînê 12 bûn derxistin 42yan û jimara mişawiriyên xwe yên bazirganiyê jî derxistine 26an û wiha peyivî: "Her çiqas ew xwedî dîrokeke hezar salî ya hevpar bin jî Tirkiye û Afrîka ji hevdu dûr xuya dikirin. Di navbera welatên me da gelek astengiyên çêkirî, pêşdarizandin hebûn. Me ewil bi pûçkirina van darazan va dest pê kir."

Serokomar Erdogan destnîşan kir di lîsteya sed şirketên ewil yên parastinê yên dinyayê da 7 fîrmayên wan hene.

Erdogan got ku mitehîdên me tu karekî dest pê kiribûn nîvcî nehîştin, di ser da jî karên şirketên biyanî nîvcî hîştibûn jî bi asta rekorê temam dikin û teslîm dikin.

Serokomar Erdogan der barê meseleya di navbera Ermenistan û Azerbeycanê da diyar kir Qerebaxa Çiyayî kêmzêde 30 sal e bi destê Ermenistanê hatiye dagirkirin û erdê Azerbeycanê ye û wiha got: "Em wekî Tirkiyeyê ji dil û can piştgiriyê didin têkoşîna ku Azerbeycan ji bo erdê xwe paşda bistîne didomîne."

Erdogan got ku ji ber helwestên şûm û şerker ên Ermenistanê 30 sal e ev meseleya bûye kangren û çareserkirina wê dawîbûna dagirkeriyê ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.