Şewata li Navenda Bazirganiyê ya ÎSTOÇê hat temirandin

Istanbul
Şewata li Navenda Bazirganiyê ya ÎSTOÇa li Bagcilarê bi midaxeleya ekîbên îtfaiyeyê hat temirandin.
Şewata ku li dikana li adaya 10emîn a ku berhemên plastîk difroşe dest pê kir, pekiya kargehên li kêlekê jî.
Ji ber şewatê di hin dikanan da teqînên piçûk çêbûn, hin kargeh jî beşeke wan rûxiya.
Li ser îxbarê ji navçeyên cuda gelek ekîbên îtfaiyeyê bo cihê şewatê hatin sewqkirin û bi midaxeleya ekîban şewat hat temirandin.
Waliyê Stenbolê Davut Gul li deverê vekolîn pêk anî û ji peywirdaran agahî sitand.
Walî Gul ji rojnamegeran ra wiha got, "Bi tevahî zirar gihîşt 17 dikanan. Ji van hinek cebheya wan şewitiye. Hinek jê jî wekî dixuyê, alavên di hundirê dikanê da şewitîne. Vê gavê şewat di bin kontrolê da ye. Hevalên me xebatên xwe yên sarkirinê didomînin."