Serîlêdanên Projeya Xaniyan a Sedsalê sibê bi dawî dibin
Serîlêdanên projeya 500 hezar xaniyên dê li 81 parêzgehan bên çêkirin ji ser e-Devletê îro di saet 29.59an da û ji ser Banqeya Ziraetê, Banqeya Gel û Banqeya Emlak Katilimê jî sibê di saet 17.00an da dê bi dawî bibin
Ankara
Serîlêdanên ji bo 500 hezar xaniyên ku dê li 81 parêzgehan di çarçoveya Projeya Xaniyan a Sedsalê da bên çêkirin dê sibê bi dawî bibin.
Li gorî agahiyên peyamnêra AAyê berhev kirin, di 10ê Mijdarê da serîlêdanên Projeya Xaniyan a Sedsalê dest pê kirin ku di kordînasyona Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê da ji hêla TOKÎyê dê li 81 parêzgehan ji bo welatiyên kêmdahat xaniyên civakî dê bên çêkirin.
Serîlêdanên projeya 500 hezar xaniyên dê li 81 parêzgehan bên çêkirin ji ser e-Devletê îro di saet 29.59an da û ji ser Banqeya Ziraetê, Banqeya Gel û Banqeya Emlak Katilimê jî sibê di saet 17.00an da dê bi dawî bibin.
Piştî bidawîbûna pêvajoya serîlêdanê, peşkên ewil dê di 29ê Berfanbarê da bên avêtin û peşkavêtin dê heya 27ê Sibatê bidome.
Tê plankirin ku ji Adara 2027an û pê va teslîmata xaniyan dest pê bike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
