Tirkiye

Serokê Vatîkanê Papa Leoyê 14emîn li Dêra Katolîkan a Ruhê Pîroz a li Stenbolê gotarek pêşkêş kir

Can Efesoy, Sercan İrkin, Barış Seçkin  | 28.11.2025 - Rojanekırın : 28.11.2025
Serokê Vatîkanê Papa Leoyê 14emîn li Dêra Katolîkan a Ruhê Pîroz a li Stenbolê gotarek pêşkêş kir

Istanbul

 Serokê Vatîkanê Papa Leoyê 14emîn li Dêra Katolîkan a Ruhê Pîroz (Katedrala Saint Esprit) a li Harbiyeyê gotarek pêşkêşî serkeşe, rahib, şemmas û rêberên ruhanî kir.

Papa Leoyê 14emîn ku di çarçoveya bernameya xwe ya Tirkiyeyê da serdana Dêra Katolîkan a Ruhê Pîroz kir û piştî nimêja digel serkeşe, rahib, şemmas û rêberên ruhanî gotarek pêşkêş kir.

Papa Leoyê 14emîn bal kişand ser wê yekê ku hewariyên Îsa Mesîh jî koçî Anadoluyê kirine, cihên wekî Antakya û bajarê kevnar ê Efesê ku di nav sînorên Îzmira îroyîn da ne, di demên berê da mazûvaniya mirovên giring ên ji cîhana Xiristiyaniyê kirine û anî ziman ku niha li Tirkiyeyê gelek civakên Xiristiyanên ji şaxên cuda dijîn.

Papa Leoyê 14emîn şîret dan keşîşên Xiristiyanan û endamên civakê.

Papa bal kişand ser erdhejên 6ê sibata 2023yan û her wiha spasiya xwe gihand rêxistinên navneteweyî yên ku piştî erdhejê piştgirî dane hewldanên alîkariyê yên dêrê.

Papa Leoyê 14emîn di çarçoveya bernameya xwe da ewê serdana Feqîrxaneya Fransî bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.