Tirkiye

Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş: "Nabe destek li ser çekê, yek jî li ser sandoqê be"

Saliha Nur Köksal, Miraç Kaya, Ali Kemal Akan  | 27.10.2025 - Rojanekırın : 27.10.2025
Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş: "Nabe destek li ser çekê, yek jî li ser sandoqê be"

Balikesir

Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş got, "Li tu cihekî dinyayê destek li ser çekê û destek jî li ser sandoqê nabe. Em hêvî dikin ku kesên ku destên wan li ser sandoqê ne, careke din dest nedin çekê û ji bo vê em hemû hewlê didin."

Kurtulmuş beşdarî Merasima Destpêkirina Sala Akademîk a 2025-2026an ya Zanîngeha Balikesîrê bû û axaftinek kir.

Kurtulmuş bal kişand ku ji hêla rêxistina terorê bi îlana xwefesixkirinê va qonaxekê dest pê kir ku li Tirkiyeyê êdî teror ji rojevê bi temamî derkeve.

Kurtulmuş her wisa destnîşan kir ku ji duh û pê va ji bo pêkanîna Tirkiyeya Bêteror, qonaxeke dîrokî hat borîn û wiha dewam kir:

"Rêxistinê îlan kir ku ji nav sînorên Tirkiyeyê bi temamî vekişiya û li Tirkiyeyê êdî careke din çalakiyeke terorê dê neyê kirin. Hêvî û daxwaziya me jî ew e ku rêxistina ku ji vir vekişiya, ji xeynî vê li wî aliyê sînor jî hebûna xwe di kurtedemekê da tesfiye bike û em bikevin serdemekê ku ne bi tenê li Tirkiyeyê her wisa li Sûriye, Iraq, Îran û herêmên din jî qala terorê neyê kirin. Em ji bo vê yekê hewl didin û dixebitin."

Kurtulmuş da bibîrxistin ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dê roja pêncşemê ji bo cara 16em bicive û wiha dewam kir:

"Êdî bi devjiberdana çekan va em ê bikevin heyameke nû ya ku tenê demokrasî û fikir lê tên axaftin. Li tu cihekî dinyayê destek li ser çekê û destek jî li ser sandoqê nabe. Em hêvî dikin ku kesên ku destên wan li ser sandoqê ne, careke din dest nedin çekê û ji bo vê em hemû hewlê didin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.