Tirkiye

Serokê TBMMyê Kurtulmuş êrîşa dijî Serkonsolosxaneya Hannoverê ya Tirkiyeyê şermezar kir

Ali Kemal Akan  | 27.03.2024 - Rojanekırın : 29.03.2024
Serokê TBMMyê Kurtulmuş êrîşa dijî Serkonsolosxaneya Hannoverê ya Tirkiyeyê şermezar kir

TBMM

TBMM (AA) - Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş êrîşa alîgirên PKKya rêxistina terorê ya dijî avahiya Serkonsolosxaneya Hannoverê ya Tirkiyeyê şermezar kir û got ku "u kes dê nekare ku dîasporaya Tirk a hêzdar a ku bi dehan salan hem bi civakên Ewropayê ra di nav ahengê da hem jî bi parastina nasnameya xwe li ser piyan maye, parçe bike."

Kurtulmuş ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî diyar kir ku dijî welatiyên din ên li Ewropayê dijîn provokasyoneke nû hat kirin û êrîş birin ser Serkonsolosxaneya Hannoverê ya Tirkiyeyê.

Kurtulmuş got ku "Em kesên ku vê êrîşa namerdane kirin telîn dikin û ji welatiyên xwe û mensûbên xwe yên konsolosxaneyê ra dibêjin ku derbasî be." û ev nirxandin kirin:

"m car din bi bîr dixin ku divê birêvebirên welatên Ewropayê pêşî li helwestên bêhed û mitecawiz ên şaxên dervayî welêt ên rêxistina terorê ya hewl dide ku li welatê me gelê me berde hev, bigirin û mecbûr in ku ewlehiya can û malê civaka Tirk pêk bînin. Tu kes dê nekare ku dîasporaya Tirk a hêzdar a ku bi dehan salan hem bi civakên Ewropayê ra di nav ahengê da hem jî bi parastina nasnameya xwe li ser piyan maye, parçe bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.