ANKARA
Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel der barê leşker û fermandarên di çerçoveya wek Doza Balyoz û Ergenekonê de girtîne de ji AAyê re axivî. Ozel got ez jî bi malbatên wan re xemgîn dibim û got ku "Serokê Sererkaniyê peywirdarekî kamûyê ye."
Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel got ku ew jî ji bo leşkerên ku girtî ne xemgîn e û xemgîniya malbatên wan jî parve dikim û wiha dewam kir: "Ez berpirsiyarê kamûyê me, hin kar û barên ku bi zagonan hatiye diyar kirin li ser milên min in. Ez fermandarê Hêzên Çekdar ên Tirk im. Divê wezîfedarên kamûyê li ku derê, kengê, bi kî/kê re û bi çi awayî tê axaftin û li gor çi tê axaftin baş bizanibin."
Necdet Ozel wiha pê de çû: "Di dema peywira min de ez ji aliyekê ve peywirên xwe yên eslî dikim û ji aliyê din ve jî bi tevahî berpirsiyarî û peywirên zagonî tînim cih. Ez di çarçoveya rêgeza dewleta hiqûqî ya demokratîk de li gor baweriyên xwe yên mewzûata zagona heyî û xweseriya erka darizînê de alîkariya hevalên xwe dikim û bi hin peywirdaran re parve dikim. Ez dixwazim ku peywirdarên me yên girtî re alîkariyê bikim û çi kêmasiyên wan hebin bên dîtin û di der heqê xweparastina wan de çi ji wan û parêzerên wan re lazim bin bigihînim wan û bi sedema kevneşopiya malbata TSKyê bi malbatên wan û bi wezîfedaran re eleqedar bibim."