ANKARA
Şaredarê Fethiyê Behçet Saatçî duh bi endamên Meclisa Şaredariyê re li Salona Meclisa Şaredariyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de got ev 40 sal e ku ez mensûbê vê camîayê me û bi vê mensûbiyetê serbilind im, lê ji ber helwesta rêvebiriyê min îstifa kir.
Serokê Lijneya Dîsîplîna Navîn a MHPê Adnan Fatîn Ozdemîr jî duh der heqê Şaredar de wiha gotibû: "Şaredarê Fethiyê Behçet Saatçiyê ku ji bo pîrozkirina cejnê afîşa Tirkî-Kurdî bi bîlbordê ve kiribû, heya ku lêpirsîna dîsîplînê temam bibe endamtiya wî ya MHPê û mafên endamtiya wî hatiye rawestandin."
Ozdemîr di daxuyaniya nivîskî de destnîşan kir ku "Şaredarê Fethiyê Behçet Saatçî di 9ê cotmehê de di bîlbordan de peyama cejnê bi Tirkî û Kurdî dabû. Di vê tevgerê de hin tiştên li dijî prensîbên tuzuka MHPê hebûn. Ji ber vê çendê Behçet Saatçî ji bo îxrackirinê sewqî lijneya dîsiplînê bûbû. Heya ku lêpirsîna dîsîplînê temam bibe jî endamtiya wî ya MHPê û mafên endamtiya wî hatiye rawestandin."