Tirkiye

Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Altun der barê civîna Lijneya Îstişareyê ya Bilind da daxuyanî da

"Di civînê da der barê mijarên ku li Tirkiyeyê dikevin qada eleqeya saziya siyasetê da nirxandinên giştî û bi taybetî xebatên destûra bingehîn a nû hatin axaftin"

Mehmet Tosun  | 02.05.2024 - Rojanekırın : 03.05.2024
Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Altun der barê civîna Lijneya Îstişareyê ya Bilind da daxuyanî da

Ankara

 Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun ragihand ku di Civîna Lijneya Bilind a Îstişareyê ya bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da der barê mijarên ku li Tirkiyeyê dikevin qada eleqeya saziya siyasetê da nirxandinên giştî û bi taybetî xebatên destûra bingehîn a nû hatin axaftin.

Altun der barê Civîna Lijneya Bilind a Îstişareyê ya li Koşka Çankayayê da daxuyaniyeke nivîskî da.

Altun da zanîn ku di civînê da erdhejên 6ê sibatê û pêbajoya pişt ra, mijarên siyasî yên di rojeva Tirkiyeyê da û mijarên aborî, ezmûnên herêmî û navneteweyî yên ku Tirkiye rû bi rû dimîne da îstişare hatin kirin û ev gotin: "Di civînê da der barê mijarên ku li Tirkiyeyê dikevin qada eleqeya saziya siyasetê da nirxandinên giştî û bi taybetî xebatên destûra bingehîn a nû hatin axaftin. Hewcehiya Tirkiyeyê ya bi destûreke bingehîn a sivîl, demokratîk, azadîxwaz û berfireh hat destnîşankirin."

Altun diyar kir ku di civînê da bernameya aboriyê ya ku Tirkiye bi biryardarî tetbîq dike jî hat nirxandin û ev gotin:

"Di civînê da hat diyarkirin girîng e ku ji helwestên populîst ên ku ji aboriya Tirkiyeyê ra bar in bi taybetî dûr bisekinin û ji bo ku bername bigihêje hedefên xwe hewce ye ku xebata bi baldarî tê kirin di heman çarçoveyê da bê domandin. Hat destnîşankirin ku heyama 4 salî ya bêhilbijartin ya li pêş Tirkiyeyê ji bo siyaset, birêvebirî, polîtîkaya derva û qadên din derfetan di xwe da dihewîne û girîng e ku di rêya gihaştina hedefên Sedsala Tirkiyeyê da ev mawe bi awayekî çalak bê emilandin. Endamên lijneyê der barê "Modûla Maarîfê ya Sedsala Tirkiyeyê" ya ku dê di perwerdeyê da heyameke nû bide destpêkirin da jî nirxandin hatin kirin."

- "Dê bigihêjin hedefên Sedsala Tirkiyeyê"

Altun got ku di civînê da her wiha fealiyetên înşa û îmarê yên ku li bajarên erdhejê bandor lê kir da hatin kirin û pêngavên hatin avêtin hatin guftûgokirin û li ser gelek mijarên ku Tirkiyeyê eleqedar dikin sekinîn, endamên lijneyê nêrîn û pêşniyazên xwe anîn ziman.

Altun da zanîn ku di civînê da Serokomar Erdogan destnîşan kir ku "di polîtîkaya derva da û qadên din da pêngavên herî behredar dê bên avêtin û teqez dê bigihêjin hedefên Sedsala Tirkiyeyê, heke rewşeke derasayîçênebe ji nîvê duyem a 2024an pê va dê encamên erênî yên bernameya aboriyê bê dîtin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.