Tirkiye

Serokê Ragihandinê Duran ji bo rojnameger Yahia Barzaqê ku di êrîşa Îsraîlê da hat kuştin, peyama sersaxiyê weşand

Fatih Gökbulut  | 01.10.2025 - Rojanekırın : 02.10.2025
Serokê Ragihandinê Duran ji bo rojnameger Yahia Barzaqê ku di êrîşa Îsraîlê da hat kuştin, peyama sersaxiyê weşand

Ankara

Serokê Ragihandina Serokomariyê Burhanettîn Duran got, "Bila rêvebiriya Îsraîlê bizanibe ku wê bi êrîşên sîstematîk ên dijî rojnamegeran va nikaribe pêşiya ragihandina rastiyê bigire û wê tu carî nikaribe sûcên mirovahiyê û nîjadkujiyê veşêre."

Serokê Ragihandinê Duran li ser hesabê xwe yê NSosyalê seba rojnameger Yahia Barzaqê ku di êrîşa Îsraîlê da hat kuştin, peyama sersaxiyê weşand.

Duran di peyama xwe da daxuyand, rojnamegerê serbest Yahia Barzaqê ku li ser navê TRTyê nîjadkujiya Îsraîlê ya li Xezeyê ji dinyayê ra radigihand, di êrîşa esmanî ya nîjadkujan da hat şehîdkirin.

Duran wiha got:

"Em di belgefîlma TRT Worldê ya 'Xezeya ku di Wêneyên Min da Ma' da bûn şahidê çîroka Yahia. Yahia di binê siha dagirkerî û zilmê da peyê şopa heqîqetê ketibû û wekî kesekî wêrek di bîra me da ma. Ev rêxistina cinawir her roj sûcekî şer dike û ne tenê di wijdana mirovahiyê da li ber hiqûqa navneteweyî jî wê were mehkûmkirin. Bila rêvebiriya Îsraîlê bizanibe ku wê bi êrîşên sîstematîk ên dijî rojnamegeran va nikaribe pêşiya ragihandina rastiyê bigire û wê tu carî nikaribe sûcên mirovahiyê û nîjadkujiyê veşêre. Rehma Xwedê li birayê me yê Yahia be, serê malbat, hezkirî û Malbata TRTyê sax be. Cihê wî bihuşt, miqamê wî bilind be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.