Tirkiye

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî: "Bila êdî nîqaşên çûn û neçûna Îmraliyê bi dawî bibin"

Betül Bilsel  | 18.11.2025 - Rojanekırın : 18.11.2025
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî: "Bila êdî nîqaşên çûn û neçûna Îmraliyê bi dawî bibin"

Ankara

 Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got, "Ji niha pê da teşekkul û tesbîta heyeta ku dê biçe Îmraliyê muhtemel e. Bila êdî nîqaşên çûn û neçûna Îmraliyê ku bi rojan e berdewam e, bi dawî bibin."

Bahçelî di axaftina xwe ya di Civîna Komê ya Parlementoyê ya partiya xwe da diyar kir ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, ku dê civîna xwe ya 17emîn li dar bixe, niha ketiye qonaxa xwe ya dawî.

Bahçelî got, "Raman û biryara hevpar a her kesî ye ku çarçoveya qanûnî, dadwerî û demokratîk, ku amadekirina wê di encama xebata komîsyonê da di rojevê da ye û sînorên wê divê bi hesasiyeta dewleta neteweyî û mafên serweriyê bê dorpêçkirin. Ev e ya ku divê bibe nexşerêya serdema pêşiya me. Ji niha pê da teşekkul û tesbîta heyeta ku dê biçe Îmraliyê muhtemel e. Bila êdî nîqaşên çûn û neçûna Îmraliyê ku bi rojan e berdewam e, bi dawî bibin."

Bahçelî destnîşan kir ku ger armanca "Tirkiyeyeke Bêteror" pêk bê û li ser tedbîrên rast û dilsoz bê avakirin, wê demê tu wateya paşxistina meseleya Îmraliyê tuneye û wiha domand:

"Heke têkiliyeke rasterast bi yek ji muxatabên sereke yên pêvajoyê ra tunebe, dê çawa encam bê sitandin û dê çawa pêşketin bê bidestxistin? Heke Komîsyona ku di Parlamentoyê da hatiye avakirin di vê çarçoveyê da nikaribe biryarekê bide, eger kes bi vê serdanê razî nebe, eger her kes israr bike ku rola sê meymûnan bilîze, ez bi eşkereyî dibêjim: Ez ê sê hevalan bi xwe ra bibim, ezê bêyî dudilî bibim, bi derfetên xwe biçim Îmraliyê û ezê dîsa bê dudilîbûn rû bi rû li ser maseyê rûnim. Ezê di tariyê da çavên xwe nekutkutînim, ez xwe vir da wê da nabim, tişta ku lazim e ez bêjim, bi awayekî jixwebawer û weke mêran, ezê li çavên mixatebê xwe binêrim û bêjim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.